Sereke

Em hazir nabin ji beşên xwe qet mêtirekê jî vekişin, Adirbêcan borcdare dûrkeve: wezîreta parastinê

Eskerên Airbêcanê li ser sînorê Ermenîstanêyî dewletê, li beşên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê berdewam dike bimîne. Derheqa wê yekêda ji wezîreta parastinê elam kirîye.
Bi ragîhandina wezîretê, wextê hevraxeberdana alîyê ermenîya tabîya xwe elam kirîye û gotine wekî “ewana beşên mene, û em hazir nabin ji wana qet mêtrekî jî vekişin, ewana borcdarin dûrkevin”.
Em bidine kifşê, wekî duh hevraxeberdan orta alîyên ermeîya û adirbêcana derbaz bûye.
Bêjin wekî duh wextê civîna şêwira bêqezîyabûnê, borcbirê serekwezîr Nîkol Paşînyan elam kiribû, wekî wextê byûarên li Syûnîkê û Gêgarkûnîkê Emenîstanê berbirî Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button