Sereke
Her çar merkezên hevkarîyê, yên pêşmerga û eskerê Îraqê, xebata xwe destpê kirine
Hêzên Kurdistana Îraqêye pêşmerga û eskerên îraqî sazkirina çar merkezên hevkarîyêye tevayîye li nehîyên hevraqayîlnekirî ser hevda anîne. Hewlêr û Begda pêşda gihîştibûne qayîlîyê, ku merkezên wî cûreyî sazkin, bona ku tevayî dijî DAÎŞ-ê şerkarîyê mîyaserkin. Bi saya van merkeza, înformasîyayên pêwîst wê bêne pevguhartinê.Wekîlê wezîreta pêşmerga Osman Mehmed daye dîyarkirinê,wekî merkezên li Xaneqînê, Kirkûkê, Maxmûrê û Mûsilê îdî destbi xebatên xwe kirine.