Sereke

Bi xeberdana derheqa “sivdera Mêgrîyêda” meremên Tirkîyayê û Adirbêcanê yên dûrdîtîne:Robêrt Koçaryan

Koalîsîyona “Ermenîstan” piştgira wê yekêye, ku li herêmê rê bêne vekirinê, lê ew dijî   femdarîya “sivdera Mêgrîyê”-ye. Derheqa wê yekêda serokkomarê Ermenîstanêyî duem Robêrt Koçaryan, wextê hevdîtina tevî binelîyên Agarakê, gotîye.

“Ez dixwezim ku hemû kes rast fem bikin. Em dixwezin ku rê bêne vekirinê. Ew yek wê normal nîbe, ku meriv dijî vekirina rîyabe. Feqet, xebera sivder min xemgîn dike. Çimkî ez zanim, ku Adirbêcan û Tirkîya bin wê xeberêda çi fem dikin.  Heger ew tenê derheqa sivdera nava Ermenîstanêra dibêjin, lê ne ku derheqa  sivderên bona hemûya, ew yek nîşane ku gerekê bisekinin û bipirsin ku meremê wan  çîye. Bi femdarîya wan, ewê bide kifşê, ku nava sivderêda bona Ermenîstanê wê sînorkirin hebin û serkarîkirina wan li ser wê sivderê îzbatbe. Ew yek tiştê îzinnedayînêye. Bona wê yekê jî em dibêjin, ku hemû rê gerekê vebin û ew jî bibe bo berjewandîyên hemûya. Nava dinîya îroyînda dorgirtin tiştekî baş nîne. Meremên Adirbêcanê  û Tirkîyayê yên dûrin. Ew pêşda dibêjin sivder û paşê jî wê tiştên zêde serda zêdekin û paşê bona binelîyên herêmê pirsgirêkên bêqezîyabûnê wê pêşda bên”,- Robêrt  Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button