Dêmarkasîya û dêlîmîtasîya bona Ermenîstanê tiştên înkarkirinê nînin û gerekê ji wan xebera netirsin: Paşînyan
Borcbirê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li qeza Şîrakê, li gundê Mantaşa Mezin, wextê hevdîtina tevî cimetê elam kirîye wekî dêmarkasîya û dêlîmîtasîya bona Ermenîstanê tiştên înkarkirinê nînin û gerekê ji wan xebera netirsin. Bi gotina Paşînyan Ermenîstan hema roja îroyîn jî hazire şuxulkarîya rastkirina sînora mîyaserke, heger Adirbêcan pêşnîyara hemsedirên koma Mînskê qebûlke û eskerên Ermenîstanê û Adirbêcanê ji xeta sînor dûrkevin, piştî kîjanê rastkirina sînora dikare destpêbe.
“Li Ermenîtanê hene qewat, şuxulkar, yên ku dixwezin van herdu pirsa hevva bidine girêdanê û dibêjin wekî pirsa dêmarkasîya û dêlîmîtasîyayê heye, pirsa Qerebagê girtîye: usa nîne û hûn dikarin gumanbin wekî emê tiştên wî cûreyî nehêlin bona ku li ber pirsgirêka bisekinin. Tu welatekî wî cûreyî serbest tune, yê ku li ber wê pirsgirêkê nasekine”,- ewî gotîye.
Paşînyan bîr anîye, wekî hemsedira koma Mînskê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî çend roj pêşda elam kirîye wekî hazire piştgirîya pêşezanîyê bide xebatên dêmarkasîyayê û dêlîmîtasîyayê û bi wê yekêva tevayî daye dîyarkirinê ku pêwîste şuxulkarîya hevraxeberdanên bona pirsgirêka Qerebagê bidine dasekinandinê.
“Emê bona meremekî wî cûreyî bixebitin, bona ku bo Ermenîstanê dewraneke edil sazkin, lê ew yek nade kifşê, wekî dikarin berjewandîyên Ermenîstanê û Arsaxê undakin, çimkî ew pirs miqabilî hev nînin”,- ewî gotîye.