Sereke

Em gerekê hemû cedandina bidine xebatê, ku ŞAY piştgirîya hindava rêjîma Elîyêvda bide sekinandinê: Adam Şîf

Kongrêsmênê  Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Adam Şîf careke mayîn xemgînîya xwe derheqa yazîya dîlên ermenîye leşkerî û piştgirîya Ştatên Yekbûîye hindava Adirbêcanêda elam kirîye.Derheqa wê yekêda Adam Şîf rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.

«Piştî dew-doza wêrankir, mera li hev hat ku em piştgirîya fînansîye 5O-î mîlîon dolarî bona Ermenîstanê û Arsaxê bidine çareserkirinê. Ev învêstîsîya wê alî werguhastinên  li Ermenîstanêye dêmokratîk, êkonomîkî û ênêrgêtîkî bike. Xebata me hê ser hevda nehatîye. Em gerekê bixebitin ku serokatîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hemû gavên dîplomatî bidine xebatê, ku agrêsîya Adirbêcanê bidine sekinandinê û dîlên ermenîye leşkerî bêne azaberdanê, hindava kîjanada mafên mêriv û konvênsîyayên navnetewî hatine teribandinê.Em gerekê hemû tiştî bikin ku admînîstrasîya Baydên terka piştgirîya amêrîkîye bona rêjîma Elîyêv bê sekinandinê, ya ku dîsa mafê mêriv pêpes dike û gefa li serbestîya Ermenîstanê dixwe»,- Adam Şîf nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button