Têma hevdîtina serokê wezîreta karên der û baylozên welatên dere li Ermenîstanê halê rûyê kirinên Adirbêcanêda pêşdahatî bûye
Borcbirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Armên Grîgoryan 2O-ê tîrmehê baylozên welatên dere li Ermenîstanê qebûl kirine.Hatîye ragîhandinê, wekî têma hevdîtinêye hîmlî ew halê pêşdahatî bûye, yê ku rûyê kirinên Adirbêcanêda pêşda hatîye, bi taybetî ketina hêzên Adirbêcanêye sîlihkirîye li qezayên Syûnîkê û Gêgarkûnîkê û usa jî halê li qeza Araratê, yê li alîyê gundê Yêrasxê.Armên Grîgoryan gotîye wekî Bekûyîa fermî dewekarîyên feş pêşda dikişîne, yên ku agrêsîvîya Adirbêcanê didine kifşê. Hatîye dîyarkirinê, wekî bêyî destpêkirina şuxulkarîya pirsgirêka Qerebagêye bi rîya edil, herêmê her dem rastî pevçûyîna bê.
“Ermenîstan hazire li ser hîmê nêzîkbûnên koma Mînskê, li ser prînsîpên hîmlî, tevî helkirina pirsgirêka Qerebagê bibe”,-Armên Grîgoryan gotîye.