Sereke

Adirbêcan wê yekê çawa bersiva wê elametîya me dike, wekî têza derheqa sivdera nava Ermenîstanêra tune: Paşînyan

Bi fikira  Nîkol Paşînyanê serokwezîr kirinên Adirbêcanêye li ser beşa rêya Gorîs-Kapanê çawa bersiva wan elametîyên alîyê ermenîne,wekî nava elametîyên 9-ê mijdarê û 11-ê meha çileda derheqa dayîna sivdera nava Ermenîstanêra tu tişt nehatîye bîranînê. Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê dayîna bersivên pirsên endamên parlamêntê gotîye.

“Kanûna sala 2O2O-î me şuxulkarîya anegorîhevkirina tabîyên hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî, yên ku himberî sînorên Yekîtîya Sovyêtêne, mîyaser kirîye. Me ew şuxulkarî bona wê yekê mîyaser kirîye ku ji êskalasîya nû dûr bimîmin”,-serokwezîr  gotîye û bîr anîye wekî civîna derbazbûyîda ew yek bi hûrgilî hatîye raberkirinê.

Serokwezîr nava wê hemtêkstêda careke mayîn qanûna Ermenîstanêye sala 2O1O-a, ya derheqa parevekirina têrîtorîyada, bîr anîye. “Nava wêda zelal tê dîyarkirinê, wekî bi taybetî sînorên gundên Şûrnûxê û Vorotanê anegorî sînorê ermenîya-azêrîyne. Gerekê bêjim, wekî  hêna Sovyêta berê li wê beşê sînorê admînîstratîve, yê Ermenîstana Sovyêtê û Adirbêcana Sovyêtê li wir bû, yê ku paşê îdî werguhêzî sînorê dewletê bûye. Ew yek çawa hîm hatîye qebûlkirinê. Niha, hema bi vî cûreyî li van beşa, li du cîha, rêya Gorîs-Kapan ji sînorê Ermenîstana Sovyêtê der dimîne.Hema bi vê yekêva girêdaîye wekî wededa li wan cîha nivîsarên eyan danîn û ew tabî pêşda hatine”,- ewî gotîye.

Serokwezîr bîr anîye, wekî kanûna sala 2O2O-î pevketin hatîye destanînê, wekî ew rê gerekê bêyî dijwarî bona mecalên Ermenîstanêye transportê û barên tranzît bê xebitandinê. “Bi fikira min, nava pevketinêda  derheqa cîguhastina barên welatên başqeda nehatîye dîyarkirinê û niha jî Adirbêcan wê mecalê dide xebatê, çawa bersiva wan elametîyên me ku elametîyên  9-ê mijdarê û 11-ê  meha çileda derheqa sivderêda nehatîye dîyarkirinê. Ermenîstanê ew yek qebûl kirîye, wekî komûnîkasîyayên herêmê gerekê bêne vekirinê, û bo wê yekê jî dide dîyarkirinê, wekî barên bîyanî wextê ku sînorên Ermenîstanêra derbaz dibin, nava wanda usa jî ji nehîyên Adirbêcanêye  rojavayê berbi Nexçêvanê, gerekê tabîyên gumrikê, kontrola pasporta û cîhên mayînra derbazbin, çawa ku ew yek nava baza peymana  Hevalbendîya Welatên Serbeste transportêda hatîye dîyarkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Ewî usa jî daye zelalkirinê ku bona çi wextê civîna hukumatê ji alîyê wîda derheqa navên azêrîye Êyvazlî û Çayzamî hatine dayînê. “ Ew yek bi menîya zelal hatîye kirinê, wekî  bona welatîyên me zelalbe, wekî xalên heyî ne ku nava têrîtorîya Ermenîstanê, yan jî Ermenîstana Sovyêtîyêdanin, lê ji wê têrîtorîyayê derin, û ew yek nava qanûna sala 2O1O-da hatîye dîyarkirinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button