Sereke
Nama sênatoraye ser navê Baydên: em cêribandina Êrdogane bona girtina HDP-ê gunehkar dikin
Sênatorên ji herdu partîyayên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bangî Baydênê serok kirine, ku Receb Tayîb Êrdogan bona wê yekê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê, wekî ew dicêribîne mafên kurda ji wan bistîne, û li welêt serokatîyê bi cûrên nedêmokratîk bide qewînkirinê.
Anegorî nivîsara rojnama yûnanî, sênatorê Ştatên Yekbûyî Krîs Van Holênê dêmokrat û endamên komîtêya Sênatêye pêwandîyên navnetewî, usa jî Cêyms Langfordê rêspûblîkavan serokatîya vê înîsîyatîvayê kirine û bangî Co Baydênê serok kirine ku serokê Tirkîyayê li ber cabdarîyê bidine sekinandinê, çimkî ew dicedîne mafê cimeta kurde li Tirkîyayê, yê hilbijartina ji wan bistîne.