Sereke

Wezîrên Ermenîstanê û Îranêye karên der dane dîyarkirinê wekî têma «Sivdera Zangêzûrê» tune û nikare hebe

Wezîrên Ermenstanê û Îranêye karên der wextê hevdîtina xweye dawîyê, gotine wekî nava hemtêksta vekirina rîyada têma  «Svdera Zangêzûrê» tune û nikare hebe. Derheqa wê yekêda Ararat Mîrzoyanê wezîr li parlamêntê gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî wextê hevdîtina wezîrên herdu welataye karên der, cêrge pirsên heleqetîyên dualî hatine gotûbêjkirinê.

«Ez dixwezim usa jî bêjim, wekî xeberdan ne tenê derheqa heleqetîyên dualîda bûye, lê usa jî pirsên herêmêye konkrêt hatine gotûbêjkirinê.Ez tabîya Îranêye hindava pirsên derheqa sînorên meda slav dikim»,- Ararat Mîrzoyan gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew rola Îranêye li herêmê bilind qîmet dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button