Sereke

KDP: bona mîyaserkirina xala konstîtûsîyayêye 14O-î yekîtîya Kurdistanê pêwîste

Piştî hilbijartina, partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, ya bi serkarîya Mesûd  Barzanîyê lîdêr, elam kirîye wekî ew gavên pêşerojêye bona koordînasîyakirinê lêkolîn dikin, yên ku wê bona welatîyên Îraqê û Kurdistanê qulix bikin.

Mekteba Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, piştî hevdîtina bûroya partîyayê, ya bi serkarîya Mesûd Barzanî, elametî belav kirîye.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî partîya Kurdistanêye Dêmokrtîk wê gavên xweye pêşerojê lê binihêre, yên ku wê bona welatîyên Îraqêye tomerî  û Kurdistanê qulix bikin.

“Îraq niha êtapeke giranra derbaz dibe û Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk hesab dike, wekî hukumata Îraqêye Fêdêral hewca teşkîlbûna wedê niha ye, bona ku hemû pirsên nava welêtda bêne helkirinê”,- partîyayê elam kirîye.

“Helkirina pirsaye anegorî konstîtûsîyayê wê bibe faktora qewînbûnê û aşîtîya sosîyalî, bi taybetî mîyaserkirina xala konstîtûsîyayê ya 14O-î û helkirina hemû pirsgirêka, yên ku di navbera Hukumata Herêmê û hukumata fêdêralda nehatine helkirinê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî bona gihîştina vî meremî yekîtîya kurdaye li Kurdistanê pêwîste.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button