Sereke

Êrol Katircoglû: çarîka byûcêya tirka li ser şera tê xerckirinê

Parlamêntvanê ji Partîya Dêmokratîk Ya Gela Êrol Katircoglû gotîye, wekî byûcêya sala tê jî wê bi piranî ser opêrasîyonên leşkerî bê xerckirinê. Sala 2O21-ê çarîka byûcêya Tirkîyayê li ser şêr hate xebitandinê. Êrol Katircoglû elam kirîye, wekî byûcêya sala 2O22-a jî wê wî cûreyî be û daye dîyarkirinê, wekî HDP li ser wê tabîyêye ku byûcêya dewletê bona berjewandîyên cimetê qulix bike.

Katircoglû dikeve nava komîsîya byûcêya parlamêntê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî hejmarên bona sala 2O22-a hê nehatine başqekirinê, lê bahê perên tirka jî bere-bere dikeve. Bi gotina wî, nêzîkbûna hukumatêye êkonomîkî nehatîye guhartinê. Xeberdan usa jî derheqa rokêtên C-4OO, kirîna teyarên  F- 16-da diçe. Bi gotina parlamêntvan , Tirkîya nagihîje gulvedanê, çimkî ew nikare  rêsûrsên xwe rast bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button