
Li mûzêya dîroka şeraba Ermenîstanêye tezevekirî, tradîsîyayên şerabçêkirina ermenîye dewlemend hatine raberkirinê. Mûzêyêda hemû tişt usa hatîye raberkirinê ku meriv dikare li wî cîhî bi hezara sala paşda here û wan tradîsîya bîne ber çevê xwe.
Meremê sereke yek e, ku li rex belavbûna kûltûra şerabêye li Ermenîstanê usa jî alî pêşkeftina tûrîzmê bikin.