H’emû nûçeSereke

ŞAY Tirkîya û Adirbêcan teglîfî “Civîna dêmokratîyayê” nekirîye: POLITICO

ŞAY Tirkîya û Adirbêcan teglîfî “Civîna dêmokratîyayê” nekirîye. Derheqa wê yekêda  POLITICO-ê elam kirîye.

Ermenîstan nava welatên teglîfkirîdane.

Anegorî nivîsarê, hinek welata, yên mînanî Tirkîyayê û Macaristanê nehatine teglîfkirinê, çimkî serokên wana bi sala ser hev sîstêmên dêmokratîk diteribînin.

Ji 9-a hetanî 1O-ê kanûnê serokê Ştatên Yekbûyî Co Baydên wê civînê li cem xwe qebûlke.

Tevî wê civînê wê bibin serokên hukumata, wekîlên civaka sîvîl û sêktora şexsî, yên ku wê bicêribînin rojeva dêmokratîyayêye nû pêşda bikişînin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button