H’emû nûçeSereke

Şuxulkarîya dêmarkasîyon û dêlîmîtasîyon berê ewlin bona Ermenîstanê pêwîste: serokê parlamêntê

Nava şuxulkarîya kifşkirina sînorada heger eyanbe, wekî li ser hinek beşa hêzên azêrî gerekê paşda herin, wî çaxî wê paşda herin. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye.

“Nava elametîya şêwira bêqezîyabûnêda jî hatîye dîyarkirinê, wekî şuxulkarîya kifşkirina sînora gerekê destpêbe. Em gerekê fem bikin, wekî ew çi îro tê kirinê, ewê tesîra xwe li ser hevraxeberdana bihêle, çimkî çi ku roja îroyîn Adirbêcan dike, ne anegorî elametîya 9-ê mijdarêye. Derheqa wê yekêda bi dengê bilind hatîye gotinê,”,-Sîmonyan gotîye.

Bi gotina wî, şuxulkarîya dêmarkasîyon û dêlîmîtasîyon, rastkirina sînora berê ewlin bona Ermenîstanê pêwîste.

“Em gerekê bidine kifşê, ku Ermenîstan ji kîderê destpê  dibe û li kîderê ser hevda tê, bona ku şaşî tunebe, bona ku necêribînin li ser hîmê wê yekê tesîrên hundur û der hebin”,- Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button