Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî berêyî li Damişqê Robêrt Ford, yê ku tevî forûma Rojhilata Navîne li Dihokê derbazbûyî bûye, ya ku li ûnîvêrsîtêya amêrîkîye li Kurdistanê hatibû teşkîlkirinê, gotîye Kurdistan 24-ê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê ji Sûrîyayê û Îraqê neçe û piştgirîya bona pêşmerga jî wê berdewam bibe.
“Niha planên bona kurtkirina hêzên amêrîkîye li Sûrîyayê tunene. Admînîstrasîya Baydên da femkirinê, wekî ewê li Sûrîyayê bimînin. Çi ku derheqa Îraqêdane, admînîstrasîya Baydên wê hînkirina hêzên îraqî berdewam bike. Nava wê hemtêkstêda jî wê piştgirîyê bidine pêşmerga. Ev piştgirî wê nava doranên şerkarîya dijî têrorîzmê bê mîyaserkirinê.Bi fikira min, ŞAY wê eskerê xwe ji Rojhilata Navîn dernexe”,- Robêrt Ford gotîye.