H’emû nûçeSereke

Wêneyê xerîta dinîya tirkî, ya Êrdogan û Bahçêlî bona dîplomatîya ermenî pêşkêşe: erebzan

Şikilê xerîta dinîya tirkî ku rêberên koalîsîyona Tirkîyayê, Êrdogan û Bahçêlî têda raber kirine, bona dîplomatîya ermenî dîyarîye, bona ku nava pirsa projeya tirka-azêrîyaye “sivdera Zangêzûrê” tê teribandinê.Dereqa wê yekêda Armên Pêtrosyanê erebzan rûpelê xweyî facebook-da nivîsîye.

Ewî bi taybetî daye dîyarkirinê: “Xerîta îdêolojîya pantûrkîzmê wan welata û wan alîya dide kifşê, nava pirsa kîjanada Enqerê bi sala ser hev sîyasî mîyaser kirîye, lê pêşerojêda jî wê bi aktîvî li ser wê bixebite. Nava wê xerîtêda têrîtorîyayên nîvada Balqana, Rûsîyayê, Çînistanê, Îranê, Mongolîyayê, Sûrîyayê, Îraqê, welatên tirkîaxif /Adirbêcan, Qazaxstan, Qirqizstan, Ûzbêkîstan, dikevine nava dewleta “Tûrana Mezin”.Û kilîta wê bernamê roja îroyîn li qeza Ermenîstanêye Syûnîkêye, bi texmîn “sivdera Zangêzûrê”. Dîplomatên Ermenîstanê, lobbîngên li dîyasporayê gerekê vê xerîtê diha rast vî şikilî, wextê hevdîtina nîşandin û zelal bêjin, wekî piştî şêr Ermenîstana zeyîfbûyî  tenê nikare  vê programa tirka bide sekinandinê, çimkî anegorî vê xerîtê ev welatên kifşkirî dikarin li ber pirsgirêkê bisekinin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button