SerekeSîyasî

Bi fikira sîyasîzan li Soçîyê dikare qirara destpêkirina dêmarkasîyayê û dêlîmîtasîyayê bê qebûlkirinê

Bi fikira Styopa Safaryanê sîyasîzan, li Soçîyê, wextê hevdîtina Paşînyan- Pûtîn- Elîyêve sêalî, diqewime qirara derheqa destpêkirina dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanêda bê qebûlkirinê.Safaryan wextê qisa tevî Armênprêssê fikira wî cûreyî elam kirîye.

Fikirên usa hene, wekî dokûmênteke başqe wê bê îmzekirinê, lê serokwezîr ew yek înkar kir û da dîyarkirinê, wekî rojevêda dikare dokûmênteke başqe hebe. Adirbêcanê dicêriband vê pirsê pirsa Arsaxêva bida girêdanê, dicêriband peymana aşîtîvîyêva bida girêdanê, lê ew bi têorî û praktîkî nikarin hevva bêne girêdanê, çimkî Rûsîya bi xwe jî nikare wî hemû tiştî hevva bide girêdanê, mandata koma Mînskê bighîne formata sêalî, ya ku wê ji alîyê ŞAY û Fransîyayêda neyê naskirinê. Heger peymana derheqa  yekîtîya têrîtorîya û aşîtîyêda nikarin tevî formata sêalî bikin, wî çaxî tenê dêmarkasîya û dêlîmîtasîya dimîne. Niha tenê wê yekê dikarin bikin”,-Safaryan gotîye.

Bi fikira sîyasîzan, wextê ku Moskva naxweze koma Mînskê “bikuje” û wan tişta hevva bide girêdanê, wî çaxî meriv dikare bifikire, wekî du cûre hene, yan Adirbêcan wê ewê yekêra qayîlbe, çi ku Ermenîstan qebûl dike, yan jî wê qayîl nebe û li Soçîyê wê tu tişt neyê qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button