Mafê kurda heye ku ew dewleta xweye serbest sazkin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî, wextê hevpeyvîna tevî “Sky News Arabia”-ê gotîye.
Serokwezîr daye dîyarkirinê, wekî nenihêrî wê yekê, ku nava Îraqêda Herêma Kurdistanê xudîya otonomîyêye, lê mînanî hemû miletên dinîyayêye mayîn mafê kurdayî serxwebûnê jî heye.
Bi xeberdana derheqa Îranê û Îraqêda, serokwezîr gotîye, wekî Kurdistan dixweze tevî welatên cînar nava pêwandîyên dostîyêdabe. Feqet, ewî gotîye,wekî îzina cînara tune ku tevî karên herêma kurdaye li hundur bibin, û bi hêvîdarî gotîye, wekî Begda jî wê yekê usa hesab dike.