H’emû nûçeSereke
Teşkîletîa hemdinîyayêye saxlemîxweykirinê derheqa mecala altkirina koronavîrûsêda elam kirîye
Civaka hemcîhanî gerekê cedandinên xwe bike yek, bona ku hetanî nîveka sala 2O22-a 7O selefê binelîya vaksînasîyakirîbin û nexweşî bê altkirinê. Derheqa wê yekêda serokê organîzeya hemcîhanêye saxlemîxweykirinê Têdros Gêbrêyêsûs gotîye rojnama “Îzvêstîya”-yê.
Xêncî wê yekê, hukumat gerekê gavên anegor biavêjin bona ku cûrên nexweşîyê lêkolîn bikin. Serokê organîzeyê usa jî berbirî welatîya bûye, ku maskên ber dêv bidine xebatê, dûraya sosîyalî xweykin û ji cîhên merivaye berevbûyî dûr bimînin. Anegorî înformasîyayên organîzeyê, hejmara nexweşên li dinîyayê ji 276 mîlîyonî zêdetir bûye, 5,3 mîlîyon meriv jî wefat bûne.