H’emû nûçeSereke

Ji 22-ê meha çileda bêyî vaksînasîyayê, yan jî têstkirinê merivê nikaribe here li cêrge cîha

Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê derheqa cêrge sînorkirinên nûda raber kirîye, yên ku ji 22-ê meha çileda wê bêne xebitandinê.

22-ê meha çileda çûyîna li cîhên nanxwerinêye civakî, li komplêksên hotêla û serayên sportê, kitêbxwena û pêşengeha, sînêmayê û cêrge cîhên civakî wê bona wan meriva bêne qedexekirinê, li cem kîjana têsta 72 sehetê, yan jî sêrtêfîkata derheqa vaksînasîyayêda tunebe.Ev dewekarî derheqa van merivada nîne li cem kîjana ev dokûmênt hebin:  dokûmênta derheqa wê yekêda, wekî emirê wan nagihîje 18 salîyê, derheqa hemlebûnêda, dokûmênta derheqa wê yekêda wekî vaksînasîya bona wî merivî zîyane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button