H’emû nûçeSereke
Welatîyên Rûsîyayê sala 2O21-da ji hemûya zêdetir hatine Ermenîstanê ku dijî koronavîrûsê bêne vaksînasîyakirinê
Sala 2O21-ê bona welatîyên Rûsîyayê, yên ku dixwestin biçûna welatên der, Yêrêvan bibû bajarê merkeza guhdarîyêda. Welatîyên Rûsîyayê dihatine vir, xwe vaksînasîya dikirin ku bikaribin herin welatên başqe. Derheqa wê yekda ajansa RÎA Novostîyê elam kirîye. Bona welatîyên der du vaksîna tên pêşnîyarkirinê, Moderna û AstraZeneca, bona stendina wan gerekê du cara bên û herin. Piştî qebûlkirina du cara, sêrtîfîkata avropî tê dayînê.