H’emû nûçeSereke
Wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der derheqa normalkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda qise kirine
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi têlefonê tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov qise kirîye.
Ararat Mîrzoyan û Sêrgêy Lavrov derheqa mîyaserkirina pevketinên 9-ê mijdara sala 2O2O-î, 11-ê çileya sala 2O21-ê û 26-ê mijdara sala 2O21-ê destanî xeberdane.
Xeberdan usa jî derheqa gavên bona bilindkirina qewînbûn û bêqezîyabûna li ser sînorê ermenîya-azêrîya û sazkirina mêxanîzmên bona kifşkirina sînora çûye.Wextê qisê pirsên herêmî û navnetewî jî hatine gotûbêjkirinê. Fikir dora pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda hatine pevguhartinê.