H’emû nûçeSereke

Li Yêrêvanê civînên komîsyayên “Avronêst”-ê derbaz bûne

Li Yêrêvanê civînên komîsyayên “Avronêst”-ê derbaz bûne, tevî kîjana bûne endamên parlamêntên welatên hevkarîya rojhilatê, yên Ermenîstanê, Adirbêcanê, Gurcistanê û Ûkraînayê, usa jî yên parlamênta Avropayê.

Piştî îzbatkirina rojevê, li komîsîya pirsên mafên mêriv û dêmokratîyayê gotûbêjkirina bi têma “Gêopolîtîka bêqezîyabûnêye li Qafqasîya Başûr” derbaz bûye.

Endamê parlamênta Avropayê Hêlmût Koyk derheqa dew û doza Qerebagêda xeberdaye. Bi gotina wî, şerê sala 2O2O-î halê li herêmê daye guhartinê. Ewî daye dîyakirinê, wekî dêlêgasîya Adirbcanê jî tevî xebatên civînê dibe. Nava wê hemtêksta Hêlmût Koyk bi hêvîdarî gotîye, wekî piştî şêr eva seredana li Ermenîstanêye ewline û ew yek wê piştgirîyê bide hevfemkirinê û aminayê.

Seroka dêlêgasîya parlamênta Ermenîstanê Marîya Karapêtyanê daye dîyarkirinê, wekî pirsgirêka Qerebagê hê nehatîye helkirinê.Ewê daye dîyakirinê, wekî tevbûya alîyên navnetewîye nava vê pirsêda girînge bona ku li herêmê aşîtîya qewîn îzbatbe. Karapêtyanê usa jî derheqa paşdavegerandina dîlên ermenî û parastina mîrasa ermenîye candida xeberdaye.

Wextê civînê usa jî fikirên derheqa qewînbûna herêmêda, vekirina rêyada û halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya, dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda hatine gotûbêjkirinê. Xêncî wê yekê pirsên derheqa hevkarîya rojhilatê û  Yekîtîya Avropayê hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button