Vahram Dûmanyan bernameçêkirê herî xurt yê cîhanê Genady Korotkêvich qebûl kirîye
Fînala herêmî ya pêşbirka bernamesazîya navneteweyî ya Ewrasya Bakur wê 12-ê nîsanê li zanîngeha Yêrêvanêye dewletê destpê bibe. Pêşbirka here kevin, here mezin û bi nav û deng, ya cîhanêye bernamesazîyê wê ji alîyê Genadî Korotkêvîç û Dîmîtrî Fîlîpovda bê derbazkirinê, yên ku ji Sankt Pêtêrbûrgê hatine Yêrêvanê.
Berîya pêşbirkê wezîrê Ermenîstanêyî perwerdê, zanistîyê, çandê û sportê Vahram Dûmanyan
werzîşê komekê ya zanîngehê, nûnerê kompanîya CodeSignal (KodSîgnalê) Albêrt Sahakyan û Genady Korotkêvich qebûl kirine.
Wezîr bi xêrhatina mêvanan kirîye û daye bawarkirinê ku hazirîya bernameçêkirê cîhanê Genady Korotkêvîç wê rêya çêmpîyonên pêşerojê bide vekirinê.
Pêşbirka bernamesazîya navneteweyî wê li 5 bajara bi awayekî hemwext bê lidarxistin, li Yêrêvanê, Sankt Pêtêrbûrgê, Barnaûlê, Almatîyê û Mînskê.