Hesara sîyasî dikare “bihara” îraqîye nû pêşda bîne, ya ku dikare temamîya sîstêma sîyasî bihedimîne. Derheqa wê yekêda sîyasetmedarê şihî û wezîrê berê Bekir Cabir Az Zûbaydî elam kirîye û gotîye, wekî li Bexdayê, li Kerbelê û Silêmanîyê meşên civakî destpê bûne, yên ku dewê dikin, ku hukumatê lez sazkin, dijî têrorîzmê şerkarîyê bikin û pirsgirêkên li provînsîya helkin.
Az Zûbaydî eşaretî daye, wekî hêzên sîyasî, wekî meşên wî cûreyî dikarin jîyana civakî bidine sekinandinê û paşê protêsto destpêbin, yên ku wê dewê bikin ku desthilatdarîya niha der bikeve û bi wê yekê bihara îraqîye nû destpêbe.
“Brêzno, van pirsgirêka helikn… Îzina vê yekê nedin”,- ewî gotîye.