H’emû nûçeSereke

Nava dorana seredana fermîda ya  serokwezîrê Ermenîstanêye li Rûsîyayê, şeş dokûmênt hatine îmzekrinê /vîdêyo/  

Destpêka hevdîtinêda serokê Rûsîyayê Paşînyanê serokwezîr silav kirîye: “Birêz Nîkolê Vladîmîr, bona dîtina We ez gelekî şame.

Seredana We pêşkêşî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên herdu welataye dîplomatîye. Ez zanim, wekî progirama Weye mezin heye, ya tevî serokê hukumatê, serokatîya civîna fêdêrasîyon û paşê jî Hûnê herine Nîjnî Novgorodê.Îmzekirina cêrga dokûmênta têra hatîye dîtinê.

Nava pêwandîyên meye hiqûqîda ji 2OO-î zêdetir dokûmêntên îmzekirî hene. Eva bi praktîkî mecaleke başe ku bi hemû alîyava bixebitin û ji tiştên here pêşin jî êkonomîkaye.

Bêguman, pirsên bêqezîyabûnê wê merkeza guhdarîya medabin, nava wanda usa jî pirsa girêdayî Qerebagêva.Ez wera qayîlim, ku  gelek pirsgirêk hene, em tevî we her dem nava pêwandîyadanin.Ez gelekî şame ku We dibînim, Hûn bi xêr hatine”.

Nîkol Paşînyanê serokwezîr jî sirîya xweda gotîye: “Ez spasîyê elamî We dikim, Vladîmîrê Vladîmîr, berê ewlin îzinê bidin ku ez bona vexwendina li Fêdêrasîya Rûsîyayê elam bikim.

Çawa ku min got, wekî ev seredan ne tenê ya praktîke, lê ew usa jî ya sîmvolîke, çimkî ew pêşkêşî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîye û dide kifşê, wekî pêwandîyên di navbera welatên meda li ser asta bilindin. Hêvîdarim, wekî bi encamên vê seredanê ew dînamîka ne tenê berdewambe, lê wê diha kardardarbe.

Pirsa meye sîyasîye sereke ya li herêma me helkirina pirsgirêka Qerebagêye û ez hêvîdarim, wekî emê derheqa wê yekêda jî biaxivin. Rojeva seredana min dewlemende, piranîya kîjanê van hevraxeberdanava girêdaîye. Ez gumanim, wekî emê hevraxeberdana bi kardarî derbazkin, ez spasîyê elam dikim, gelekî şame ku we dibînm”.

Nava dorana seredana fermîda di navbera herdu welatada ev dokûmênt hatine îmzekirinê:

“Dokûmênta derheqa hevkarîya di navbera wezîretên Ermenîstanê û Rûsîyayêye xebatê û pirsên sosîyalî”,

“Progirama hevkarîyêye di navbera wezîretên Ermenîstanê û Rûsîyayêye edaletêda, ya salên  2O22-2O23-a”,

“Progirama hevkarîya ermenîya-rûsaye nava projeyên ênêrgêtîkîda”,

“Dokûmênta derheqa întêgrasîya organên bêqezîyabûna xurek, kontrola qenckirina heywant û sanîtarî”,

“Programa derheqa hevkraîya di navbera wezîretên Ermenîstanê û Rûsîyayêye perwerdê û çandêda, ya salên 2O22-2O25”,

“Progirama hevkarîya di navbera wezîretên  Ermenîstanê û Rûsîyayêye edaletêda, ya salên 2O22-2O23”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button