AborîSerekeSîyasî

Rûsya amadeye ku nan û rûn bi bihayên arzan bide Ermenîstanê: Endamê Dûma Dewletê

Rûsya amadeye nan û rûn bi bihayên arzan bide Ermenîstanê. Parlamentvanê Dûma Rûsyayêyî Dewletê Oleg Nîlov ev yek li Yêrêvanê di civîneke çapemeniyêda gotiye.

Li gorî wî, Rûsya wê herî zêde pêşniyarên xwe pêşkêş bike, pirseke din jî ewe ku Ermenistan wê çiqasî bi temamî bikaribe berjewendiyên xwe pêk bîne.

Parlamêntvan anîye ziman ku “Hukumeta Ermenîstanê û cimet wê biryarê bidin ku emê çiqasî ji nêzîkva têkîlîyên xwe pêş bixin.”

Nîlov di wê bawerîyêdaye ku Ermenîstan dikare deranîna eşyayên malhebûna gundîtîyê bo berbi Rûsîayê pêş bixe. Li gorî sîyasetmedar, Rûsya wê him nan him jî rûn bi bihayê herî kêm bide Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button