SerekeSîyasî

Cîgirê serokêwezîrê Sûrîyayêyî berê elam kirîye, wekî Rûsîya wê îzinê nede ku Tirkîya êrîşê  bibe ser HSD  ê

Cîgirê serokêwezîrê Sûrîyayêyî berê Qadirî Cemîl elamî têlêvîzîyona Kurdistan 24-ê  kirîye, wekî Rûsîya wê îzinê nede ku Tirkîya êrîşê  bibe ser Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yên li bakûrê Sûrîyayê.

«Eva cara ewlin nîne dema ku Tirkîya bona Sûrîyayê qezîyayê raber dike.Ev gefxwerin yên bêfikirin û tu êrîş wê tunebin»,- ewî gotîye.

«Tabîya me ya hindava gefxwerinên tirka zelale. Emê dijî her cêribandineke wan, ya dagirkirina Sûrîyayê derkevin. Tabîya Rûsîyayê jî ya pozîtîve û ew jî bi sîyasî dixebitin, ku êrîşê bidine sekinandinê»,- Qadirî Cemîl gotîye rojnamevanê kurd Xoşavî Mehmed.

«Tu opêrasîyoneke nû wê neyê mîyaserkirinê,  çimkî Rûsîyayê îzina wê yekê nede ya ku dicêribîne pirsgirêkê bi rêya sîyasî bide helkirinê»,- Qadirî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button