SerekeSîyasî

Ulmdarê kurd li Kanadayê  çawa serokê  ûnîvêrsîtêya fîzîkayê hatîye kifşkirinê

Ulmdarê Kanadayê û profêsorê ji Kurdistana Rojhilatê /Îranê/ Îbrahîm Kerîmî çawa serokê ûnîvêrsîtêya Ottavayêye fîzîkayê hatîye kifşkirinê.

Hatîye dîyarkirinê, wekî Kerîmî û koma wî li ser pirsgirêka êkosîstêma li Kanadayê dixebitin.

Kerîmî pêşda xelata «Hêrsbêrg» stendibû, bona destanînên lêkolînîye nava fîzîkayêda.

Îbrahîm Kerîmî sala 1978-a li Sakezê, bajarê li Îranê, ji dayîk bûye. Ewî fakûltêya fîzîkayê, ya ûnîvêrsîtêya Kermanşahê xwendîye. Li Îranê ew li ûnîvêrsîtêya Kurdistanê çawa lêktor xebitîye. Navê doktorîyê ewî sala 2OO7-a li Îtalîyayê stendîye. Sala 2O12-a ew çûye Kanadayê û li ûnîvêrsîtêya Kanadayê xebitîye. Ji sala 2O17-a da ew bi lêkolînên zanistîyêva, çawa proêsorê fîzîkayê, mijûl bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button