H’emû nûçeSereke

Fransîya li rex cimeta ermenîye:Kêtrîn Kolona

Êrîşên Adirbêcanêye sîlihkirî û derbgîhandina wan, ya hindava axa Ermenîstanêye bi navneteweyî naskirî, qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî diteribînin. Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda wezîra Avropayê û karên der Kêtrîn Kolonayê li Sênata Fransîyayê gotîye.

Bi gotina wê, Fransîya li rex cimeta ermenî sekinîye. «Dîrokên me ji wî çaxîda hevva girêdayîne, dema ku welatê me piştî komkujîya Ermenî, ya sala 1915-a li cem xwe mihacir qebûl kirin. Em piştgirîya xwe, ya hindava cimeta ermenî didine kifşê û emê wê yekê berdewam bikin, hetanî ku bighîjine helkirina pirsgirêkêye bi rîya edil»,- ewê gotîye.

Ewê usa jî daye dîyarkirinê, wekî Fransîya cedandinên aktîv dide xebatê bona ku dîlên ermenî bêne azaberdanê.

«Ez dikarim bêjime we, wekî ji wana 17 meriv Adirbêcanê  îdî aza berdane»,-Kolonayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button