H’emû nûçeSereke

Qîmetkirinên sîyasî

Nenihêrî wê yekê wekî wextê civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qîmetkirina sîyasî nedane agrêsîya Adirbêcanêye meha îlonê, ya dijî Ermenîstanê, lê Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotûbêjkirinên civîna li Yêrêvanê çawa yên  zelal û baş qîmet dike.

Serokwezîrê Ermenîstanê dêklarasîya organîzeyê îmze nekir û qayîlîya xwe neda projeya birîyara derheqa piştgirîya hindava Ermenîstanêda.Ermenîstan hêvîdare wekî piştî careke mayîn lênihêrandina dokûmêntê ewê bê îmzekirinê.Sêkrêtarê organîzeyê jî hêvîdare ku wê usa bibe.

Dêklarasîya ji 17 xala bû, lê serecema wê bi hûrgilî nehatîye raberkirinê û tenê hatîye dîyarkirinê, wekî ji wê dokûmêntê du xal ji alîyê Ermenstanêda nehatine qebûlkirinê.

Serokwezîrê Ermenîstanê şirove kiribû, wekî nava halê pêşdahatîda qîmetê zelal nedane agrêsîya Adirbêcanê.

Berdevkê serokê Rûsîyayê jî daye dîyarkirinê, wekî serokên organîzeyê usa jî têma derheqa aşîtîparêzên li Qerebagê gotûbêj kirine.

Bi fikira parlamêntvanê ji opozîsîyayê, sîstêm û meremên wan nehatine guhartinê, lê şexs hatine guhartinê û nêzîkbûn jî pêra.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button