H’emû nûçeSereke
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji bo alîkariya Ermenistanê amadeye şandekê bişîne ser sînorê ermenîya-azerîya
Nûnere sêkrêtarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Yûrî Şûvalov ragîhand, wekî Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv amadebûna xwe nîşan dide ku li ser bingeha berjewendîyên parastina ewlehîya Ermenîstanê, şandekê bişîne ser sînorê ermenîya-azêrîya.
“Ji bo ewlekarîya kolêktîv li herêma Qafqasîyayê, rêxistin her dem amadeye ku mîsyonekê bişîne ser sînorê ermenîya-azêrîya, li ser bingeha berjewendîya dabînkirina ewlehîya Ermenîstanê û peydakirina alîkarîyên din”,- ewî îro piştî rasthatina tevî rojnamevana gotîye.
Bi gotina Şûvalov, tedbîrên alîkarîyê ji xwe di pêşnûmeya biryara Peymana Ewlekarîya Kolektîv ya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda cîh digirin, ku niha li ser tê xebitandin.