H’emû nûçeSereke
Paşînyanê careke mayîn here Rûsîyayê
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê ji 7 a hetanî 10 ê hezîranê li Soçîyê beşdarî civîna Şêwira Avrasîyayêye Êkonomîkî bibe.Derheqa wê yekêda ji hukumatê elamî Factor.am ê kirine.
Em bîr bînin, wekî Paşînyan 25 ê gulanê jî çûbû Rûsîyayê. Li Moskvayê ew beşdarî civîna Şêwira Avrasîyayêye Êkonomîkî, ya giştî bibû. Nava dorana seredanêda, bi beşdarîya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, Paşînyan rastî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hatibû û başqe Pûtînra qise kiribû.
Ji hukumatê ragîhandine, wekî rojeva seredana nû hê eyan nîne, tenê seredana serokwezîr hatîye îzbatkirinê.