Erka me ew e ku em di hemû waran de bigihîjin standartên Yekîtîya Avropayê:Paşînyan

Armanca ku ji bo Komara Ermenîstanê hatîye danîn ew e ku di hemû waran de bigihîje pîvanên ku ji hêla Yekîtîya Avropayê ve hatine danîn.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di panela li ser mijara “Kalîteya dêmokrasîyê li Ermenîstanê: zehmetî û nîşaneyên nirxandinê” de di çarçoveya forûma dêmokrasîyêde elam kirîye.
“Gelek caran pirsa ku endametîya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê çiqas rêalîst yan nerêalîst e tê kirin, lê hukumet û piranîya sîyasî çi dibêjin? Erka me ew e ku em di hemû waran de bigihîjin standartên Yekîtîya Avropayê. Em fêm dikin ku heta piştî wê jî, dibe ku em nebin endamê Yekîtîya Avropayê, lê erkê me yê sereke ew e ku em li gorî standartên Yekîtîya Avropayê tevbigerin, ji ber ku dema ku em bigihîjin wê astê, gelo em bên qebûlkirin-baş e, gelo em neyên qebûlkirin-em ê encama xwe hebin, lê me pirsgirêka xwe çareser kirîye, me meseleya standartên xwe çareser kirîye”,-Paşînyan gotîye.







