Bendera Alêksandrûpolî wek derîyeke nû ya potênsîyal ji bo hinardekirina Ermenîstanê bo Avropayê tê hesibandin

Di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya herêma Êvrosê, balyozê Komara Ermenîstanêyî li Yûnanistanê Tîgran Mkrtçyan rastî rêveberê bendera Alêksandrûpolî, Konstantînos Xazîkonstandînû hatîye.
“Pir bi qîmet e ku gelê ermenî, tevî hemû zehmetî û alozîyên herêmî yên salên dawî, careke din li ser sindoqên dengdanê hilbijartineke zelal ji bo aşîtî, aramî û pêşerojeke demokratîk kirîye. Ev îradeya hilbijartinê nîşana here eşkere ye ku gel, li şûna pevçûnê, jiyana hevbeş û diyalogê hildibijêrin. Em bi kûrahî bawer in ku vîzyona ku di bin serokatiya We de tê şopandin, li ser bingeha lêgerîna aşîtî û hevkarîya herêmî bi cînara re, wê atmosfêreke aşîtîya mayînde li Qafkasîya Başûr biefirîne. Refaha gelên herêmê bi hewînkirina têkiliyên cînartîya baş yên li ser bingeha edalet û wekhevîyê ve girêdayî ye. Di vê kêliya dîrokî de, em hêvî dikin ku bawerîya ku We bi piştgirîya mezin ya gel vegerandîye, wê aşîtîyê bîne Ermenîstanê û tevahîya herêmê”,-daxuyanîyêda hatîye gotin.
Civînê de konsûlê Komara Ermenîstanêyî li Salonîkê, Akîs Dangazyan jî amade bûye.







