Li Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê li ser sepandina xala têkildar ya rêziknameyê ji bo nedayîna xercên endametîyê ji alîyê Ermenîstanê ve binihêrin

Dewletên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv pevketine ku ji ber nedana xercên endametîya organîzeyê ji bo Ermenîstanê, sepandina madeya têkildar ya peymanê bifikirin.
Li gorî ragîhandina”Armenpress” ê, wek ku TASS ê ragîhandîye, derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov, dema ku encamên civîna konsêya wezîrên karên der ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv kurteber kirîye, ragîhandîye.
Bîr bînin ku ji sibata sala 2024 a, Ermenîstanê beşdarbûna xwe di Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de rawestandîye û beşdarî xebatên rêxistinê nabe. Ermenîstanê salên 2024 a û 2025 a de xercê endametîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nedaye.
“7 ê hezîranê, roja hilbijartinên li Ermenîstanê, hevkarê min Ararat Mîrzoyan, di derbarê mijara Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de gotîye: “Em ji ber ku beşdar nabin, heqê endametîyê nadin”… di vê rewşê de çi bikin, me li ser niqaş kir-deynê Ermenîstanê ji byûcêya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv re ji 2 sala zêdetir e, rewşa ku ji alîyê destûra Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ve hatîye peyda kirin. Û me li hev kir ku mijara aktîvkirina madeya têkildar ya destûra nîqaş bikin”,- Lavrov gotîye.
Xala 25 a ya Peymana Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv rave dike ka çi tê peyda kirin di rewşên ku yek ji dewletên endam di nav du salan de erkên xwe yên darayî yên li himber pêxistinê bicîh neyne.







