Lavrov dîyar kirîye ku meseleya Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomî de lezgîne û divê bi lez bê çareserkirin

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov dîyar kirîye ku rewşa Ermenîstanê di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de lezgîn e û divê bi lez bê çareser kirin.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, wek ku ji alîyê «RIA Novostî» ve hatîye ragihandin, Lavrov destnîşan kirîye ku Ermenîstanê berê qanûnek li ser destpêkirina pêvajoya tevlêbûna Yekîtiya Avropayê pejirandîye, ji ber vê yekê mijara endametîya welêt di Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda de lezgîn e û gerekê bi lez bê çareser kirin.
Lavrov daxuyanîyên serokatîya Ermenîstanê bi bîr xistîye ku pirsa derketina Ermenîstanê ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî tune ye, ji ber ku ew welat hîn neketîye Yekîtîya Avropayê.
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der dîyar kirîye:”Hûn zanin, Ermenîstanê ji xwe qanûnek li ser tevlîbûna Yekîtîya Avropayê pejirandîye, usane pirs lezgîn e, bê guman, ev yek gerekê zû bê çareser kirin”.
Bi bîr bînin ku Ermenîstanê adara sala 2025 a de qanûna destpêkirina pêvajoya tevlîbûna Yekîtîya Avropayê pejirandîye. Lê belê, Rûsîyayê berî hilbijartinên parlamêntîyê yên 7 ê hezîrana sala 2026 a ye li Ermenîstanêye dest bi aktîvkirina mijarê kirîye û ragîhandîye ku endametîya di Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomî de ne lihevhatî ne û divê Ermenîstan dema zûtir de biryarê li ser hilbijartina di navbera her duyan de bide. 29 ê gulana sala 2026 a, serokên çar welatên endam yên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî-Rûsyayê, Qazaxistanê, Bêlarûsê û Qirqizistanê-daxuyanîyek pejirandine ku tê de wana pêşnîyar kirine ku Ermenîstan mijara hilbijartina di navbera Yekîtîya Avropayê û Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomî de dema zûtir de bixe rêferandûmê. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, di bersiva vê daxuyanîyê de destnîşan kirîye ku di vê gavê de tu bingehek ji bo lidarxistina rêfêrandûma usa tune ye ji ber ku Ermenîstanê bi fermî serlêdana endametîya Yekîtîya Avropayê nekirîye û tewra statûya namzetek ji bo endametîya Yekîtîya Avropayê jî tune ye.
Ermenîstan ji sala 2015 a vir ve, ji destpêka damezrandina Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî ve, endamê Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî ye. Peymana li ser Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî 29 ê gulana sala 2014 a de hatîye îmzekirin û 1 ê çileya sala 2015 a de ketîye merîyetê.







