
Hevserokên Partîya Wekhev û Dêmokrasîya Gel (DEM) ya alîgirê kurdan ya Tirkîyayê Tûlay Hatîmoxûlarî û Tûncêr Bakîrhan, ji bo serkeftina Nîkol Paşînyan di hilbijartinên 7 ê hezîranê peyama pîrozbahîyê şandine.
“Pir bi qîmet e ku gelê ermenî, tevî hemû zehmetî û alozîyên herêmî yên salên dawî, careke din li ser sindoqên dengdanê hilbijartineke zelal ji bo aşîtî, aramî û pêşerojeke demokratîk kirîye. Ev îradeya hilbijartinê nîşana here eşkere ye ku gel, li şûna pevçûnê, jiyana hevbeş û diyalogê hildibijêrin. Em bi kûrahî bawer in ku vîzyona ku di bin serokatiya We de tê şopandin, li ser bingeha lêgerîna aşîtî û hevkarîya herêmî bi cînara re, wê atmosfêreke aşîtîya mayînde li Qafkasîya Başûr biefirîne. Refaha gelên herêmê bi hewînkirina têkiliyên cînartîya baş yên li ser bingeha edalet û wekhevîyê ve girêdayî ye. Di vê kêliya dîrokî de, em hêvî dikin ku bawerîya ku We bi piştgirîya mezin ya gel vegerandîye, wê aşîtîyê bîne Ermenîstanê û tevahîya herêmê”,-daxuyanîyêda hatîye gotin.







