H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê serokê mîsyona nû ya li Ermenîstanê  kifş kirîye

Konsêya Yekîtîya Avropayê 9 ê hezîranê Kosmîn Corc Dînêsku wek serokê mîsyona hevkariya Yekîtîya Avropayê ya li Ermenîstanê (EUPM Armenia) ya nû damezrandî  kifş kirîye. Ew ê 11 ê hezîrana sala 2026 a, ji bo mandateke destpêkê ya salekê, dest bi karê xwe bike. Biryar ji alîyê komîtêya sîyasî û ewlehîyê ya Yekîtîya Avropayê ve hatîye dayîn.

Hatîye ragîhandin ku EUPM Armenia  li ser daxwaza rayedarên Ermenistanê  26 ê nîsana sala 2026 a de ji bo heyameke destpêkê ya du salan hatîye damezrandin, bi armanca başkirina berxwedana welêt û şiyanên birêvebirina krîza. Mîsyon wê bi dayîna şîretên stratêjîk û opêrasîyonal piştgirîyê bide Ermenîstanê di şerê li dijî gefên pirqat, wek êrîşên sîber, manîpûlekirina agahîyên bîyanî, destwerdan  û herikîna darayî ya neqanûnî.

Kosmîn Dînêskû dîplomatekî Romaî ye bi qulixa balyoz û di têkilîyên navneteweyî de xeweyê  25 sal zêdetir e.Ewî ezmûneke berfireh ya serokatîyê û rêveberîyê bi dest xistîye, li Lîtvayê û Latvîyayê di qulixên dîplomatîk yên bilind de xwedî rol bûye û her wiha balyozê Rûmînayêyî li Xorvatîyayê bûye.

Ew sê sala wek serokê yekem yê mîsyona hevkarîya Yekîtîya Avropayê li Moldovayê (EUPM Moldova) xebitîye.

EUPM duyemîn mîsyona sîvîl li Ermenîstanê ye. Ew ji mîsyona Yekîtîya  Avropayê ya ku di sala 2023 a de hatîye damezrandin cuda ye, ku erkê wê çavdêrîkirin û raport dayîna rewşa li ser erdê ye û beşdarî avakirina bawerîyê û ewlehîya mirovan li deverên ku ji ber pevçûyînan bandor bûne dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button