SerekeSîyasî

Heger welatên endamên  Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv  biryarê bidin ku Ermenîstanê derxin, em ê vê biryarê qebûlkin:Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li ser daxuyanîyên derbarê nedayîna xercên endametîyê ji alîyê Ermenîstanê ve di çarçoveya   Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv  de û encamên wê yên gengaz axivîye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Paşînyan li civîna rojnamevana de, bersiva pirsa rojnamevanekî li ser gelo prosêdûrek ji bo derxistina dewleteke endam ji  Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv heye û gelo pirseke usa dikare di derbarê Ermenîstanê de derkeve holê, gotîye: “Ez nikarim li ser  Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv şirove bikim. Ez zanim ku mêxanîzmek ji bo derxistina Ermenîstanê ji   Organîzeya Peymana Ewlehkarîya  Kolêktîv  heye û ew mêxanîzm dixebite. Heger welatên endam biryarê bidin ku Ermenîstanê derxînin, em ê neçar bimînin ku wê biryarê li ber çevan bigirin. Tiştekî din ji me re tune ku em bikin”.

8 ê hezîranê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan ragîhandibû ku Ermenîstanê sala 2025 a de heqê endametîya xwe ya ji bo  Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv nedaye û dîyar kirîye ku Ermenîstan beşdarî çalakîyên rêxistinê nebûye. Ermenîstanê ji sibata sala 2024 a vir ve beşdarîya xwe di xebatên Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv de rawestandîye.

Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov 10 ê hezîranê ragîhandibû ku welatên endam yên  Organîzeya Peymana  Ewlehkarîya  Kolêktîv  li ser îhtîmala sepandina madeya têkildar ya destûra rêxistinê ji ber nedana xercên endametîyê ji alîyê Ermenistanê ve niqaş kirine. Li gorî weşanan, ev behsa bendên ku dikarin di rewşa nebicîhanîna erkên darayî de bibin sedema sînordarkirina mafên dewleteke endam.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button