Komîsya hilbijartinaye navendî encamên dawî yên hilbijartinê weşandîye:partîya “Ermenîstana gulvedayî” neket parlamêntê

Komîsya hilbijartinaye navendî encamên dawî yên hilbijartinên parlamêntê yên 7 ê hezîranê weşandîye. Li gorî wan, sê hêzên sîyasî wê bikevin parlamêntê: hevpeymanîya partîya ya “Ermenîstana bi hêz”, hevpeymanîya “Ermenîstan” û partîya “Peymana sîvîl”.Partîya “Ermenîstana gulvedayî” benda 4 selefê ser neket.
Hejmara giştî ya hilbijêrên ku di lîsteyan de cîh digirin 2 mîlyon 503 hezar 990 e, hejmara giştî ya hilbijêrên di lîsteya zêde ya hilbijêrên ku di roja dengdanê de li navenda dengdanê hatine berhevkirin 1126 e, hejmara giştî ya hilbijêrên di lîsteya zêde ya hilbijêrên ku bi sindoqên mobîl deng didin 1300 e, hejmara hilbijêrên ku beşdarî dengdana êlêktronî dibin 410 e, hejmara giştî ya hilbijêran 2 mîlyon 506 hezar 826 e, hejmara giştî ya beşdarên dengdanê mîlyonek 476 hezar 769 e yan jî 58,9 selefe.
Dengên ku ji alîyê partî û hevpeymanîyên partîyan ve hatine wergirtin jî hatine raberkirin:
Partîya “Peymana sîvîl” 49.7456 selef-726,819
Hevpeymanîya “Ermenîstana bi hêz” 23.2710 selef – 340,006 deng
Hevpeymanîya partîya “Ermenîstan” 9.9231 selef-144,983 deng
Partîya “Ermenîstana gulvedayî” 3.9893 selef- 58,287 deng







