Heger Tramp bawerîya xwe bi aşîtîya di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de tîne, Bekûêre çima çekên amêrîkî lazime?: Washington Examiner

1 ê hezîranê, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ferman bela kirîye ku biryara 907 a ya “Qanûna piştgirîya azadîyê” ya serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp rawestandîye. Wek ku “Washington Examiner” dinivîse, ev di bingeh de derfetekê ji bo Adirbêcanê vedike ku çekên amêrîkî bikire. ???
Pirsa ku rojname bawer dike divê kongre bipirse û Tramp û wezîrê karên der Marko Rûbîo divê bersiva wê bidin ev e: heger peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bi rastî jî ewqas pêbawer û berfireh be ku ew îdîa dikin, wê hingê çima Adirbêcan hewcê çekê amêrîkî yên nûjen e? Serok Elîyêv dixwaze wan li dijî kê bikar bîne? Li gorî raya nivîskar, dagirkirina axa Ermenîstanê bi zelalî bersiveke gengaz nîşan dide.
Dibe ku alîgirên Rûbîo û Adirbêcanê bêjin ku Bakû ji bo rûbirûbûna bi Îranê re pêdivî bi çekan heye. Lê belê, tevî ku gelek behsa korîdora di nav Ermenîstanê re tê kirin jî, Adirbêcanê îdî rêyek di nav Îranê re çêkirîye, ku beşeke girîng ji bazirganîya xwe bi rêya wê pêk tîne. Wekî din, di bin desthilatdarîya Elîyêv de, bazirganîya di navbera Adirbêcanê û Komara Îranê de ji bazirganîya di navbera Ermenîstanê û Îranê de derbaz bûye.
Li gorî rojnameyê, Adirbêcan jî têra xwe çekên wê nînin ku bi Rûsyayê re rûbirû bibin.Wek ku xudanê gotarê îdîa dike, sîyaseta Elîyêv ya li hember Moskvayê bêtir armanc dike ku alîkarîya Krêmlê bike ku ji dorpêçan dûr bikeve, ne ku berpirsîyarê kiryarên Rûsyayê li Ûkraînayê be.
Rojnameya “Washington Examiner” dinivîse: “Li herêma Kafkasîyayê tiştek xelet e. Welatên ku aşîtî û tolêransê diparêzin, axên cînaran dagir nakin û li dijî xirîstîyên kêmnetew paqijîya êtnîkî pêk naynin. Hevalbendên Amêrîkayê bi Îranê re bazirganîyê nakin û alîkarîya Rûsyayê nakin ku pereyan bişo. Şaş nebin: bi rawestandina biryara 907 a, Tramp û Rûbîo xiristîyanan naparêzin. Ew şaşîyên here giran yên serok Co Baydên û sêkrêtarê dewletê Êntonî Blînkên dubare dikin”.
Biryarnameya 907 a beşeke yekgirtî ya qanûna piştgirîya azadîyê ye, ku alîkarîya raste-rast ya amêrîkî ji bo Adirbêcanê sînordar dikir. Tebaxa sala borî de, metina mêmorandûma ku ji alîyê serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp ve hatibû îmzekirin hatîye weşandin, ku pêkanîna biryara 907 a li dijî Adirbêcanê radiwestîne.







