Sîyasî

Teyarên t’irka careke mayîn têrîtorîyaên K’urdistanê bombebaran kirine, birîndar hene

Teyarên t’irkaye leşkerî evara çarşemê derb gîhandine neh’îyên provînsîya Silêmanîyê. Nava encamên derbgîhandinêda du binelîyên e’dil birîndar bûne.R’ûê êrîşêda qulixdarîyên cîye lez nikaribûne bighîjine wandera. Zyana matêrîyalî gihîştîye gundîya.Nava van herdu salên dawîda T’irk’îyaê gelek cara ew neh’yî dane ber bomba, bi wê me’nîyê,wekî li wandera endamên PKK-ê hene. R’ûê wan derbgîhandinên T’irk’îyaêda gelek binelîyên e’dil malên xwe hiştine û ji wandera dûrk’etine. Li provînsîya Dihokê jî r’ûê wê yekêda h’evt mek’t’eb hatine girtinê, çimkî h’esab hildidin,wekî ew yek bona şagirtên mek’t’ebê qezîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button