Cîhan

Ermenîstan k’etîye nava îndêk’sa învêstîsîyaên welatên bîyanîye nava t’eşkîleta hevk’arîya êkonomîkî

Li wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê civîn derbaz bûye,wextê k’îjanê p’êşekzanên t’eşkîleta pêşdaçûyîna hevk’arîya êkonomîkî, îndêk’sa  t’eşkîletêye învêstîsîon r’aber kirine, nava k’îjanêda usa jî Ermenîstanê cîyê xwe girtîye. T’evî civînê bûye usa jî serk’arê beşa t’eşkîletêye Avrasîyaê Wîlyam T’ombson. Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî êkonoîkayê Arman   Hovnanyan daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan k’etîye nava wê îndêk’sê, bi saya k’îjanê mecal pêşda tê, ku dorana atmosifêra învêstîsîon bidine milahîmkirinê, himberîkirina hindava welatên navda himberîhevkirina derbazkin, qeydekirinên bona învêstora bi cûr’ê diha zelal bibînin, lê r’êyên qanûndarîya învêstîsîyon jî diha  gelekî bidine vekirinê. “Eva tiştekî k’ifşe,wekî Ermenîstan nava vê îndêk’sêda t’abîke bilinddane, k’etîye nava deh welatên e’wlin”,-cîgirê wezîr gotîye.Em bêjin,wekî h’emû welatên nava t’eşkîletêda nava îndêk’sêdanin, lê nêzîkî 3O-î welatî jî dîsa navdanin, lê ne nedamên t’eşkîletêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button