Li ser h’idûdê Mêg’rîyê avtomaşînên barbir tên kontrolkirinê:p’êşekzan çûye T’êhranê: wezîr
Duh anegorî bir’îyara h’ukumatê, avtomaşînên ku ji dergên sînorê Îran-Ermenîstanê derdik’evin, h’emû bi r’êberîya p’êşekzana û polîsîyayê dilivin.Himberî avtoajoyên Îranê li ser têrîtorîya Ermenîstanê kontrolkirin tê mîyaserkirinê.Himberî avtoajoyên Ermenîstanê jî kontrolkirin tê mîyaserkirinê, anegorî cî û warên wan.Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda wezîrê sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan e’lam kirîye. “Îro r’êwîyên ku bi balafir’ê ji Îranê vediger’in, bi spartina min p’êşekzanê kontrolkirina wezîreta Ermenîstanêye sag’lemîxweykirinê çûye T’êhranê.R’êwîyên ku wê balafir’êda r’ûnên, wê cîda bêne lênihêr’andinê û wê me’lûmetîya e’lamî me bikin.K’îjan ji xwe gazinbin wê bêne lênihêr’andinê, heger pêwîstbe wê bik’evine nexweşxanê. Li fir’egehê cîgirê min Şavarş Grîgoryan xebatê mîayser dike”.