H’emû nûçe

Ermenîstanê sazkirina sîstêma p’arastina hewêye sêtaqê îdî ser hevda anîye

Sala 2O19- bona goveka Ermenîstanêye p’arastinê, sala destanîna bûye.Derheqa wê yekêda wextê r’aporta derheqa mîyaserkirina berne’ma sala 2O19-da, endamê partîya “Gava min”, endamê komîsîya parlamêntêye pirsên bêqezîyabûnê Tîgran Karapêtyan gotîye. “Nava dîroka Ermenîstanêda cara e’wlin avîyasîya leşkerîye we’dê niha hatîye destanînê.Cara e’wlin mecala qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî heye,wekî wextê plankirina opêrasîyonên leşkerî, cîyê usa t’unene ku li ser têrîtorîya dijmin k’ifş nîbe.Qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî sazkirina sîstêma p’arastina hewêye sêtaqê îdî ser hevda anîne û sîstêmên meye p’arastina hewê dikarin her nîşangeheke dijmin bidine t’unekirinê”,-Karapêtyan gotîye.Xêncî wê yekê nava salêda xebatên înjênêrîyêye mezin li ser xeta pêşin hatine mîyaserkirinê.Îsal jî ew xebat berdewam dibin.Çi ku derheqa senaya leşkerîdane, parlamêntvan gotîye,wekî r’oja îroyîn li Ermenîstanê sîlih’ên bi xwe çêkirî hene.Em bîr bînin,wekî sala 2O2O-î, anegorî byûcêya sala îsalin, fînansekirina senaya leşkerî bi 14 selefîva hatîye zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button