H’emû nûçe

Qedexa komîsîya Avropayê t’enê li ser kampanîyake avîsyasîon belav bûye

Îro nava prêssayêda înformasîya belav bibû, ku hevaltîyên avîyasîyone li Ermenîstanê r’êgîstrasîyakirî îdî wê nikaribin fir’înên berbi Yektîya Avropayê mîyaserkin.Ev înformasîya ner’ast nava întêrnêtêda bûye t’êma gotûbêjkirinê. Komîtêya avîyasîya Ermenîstanêye sîvîl, zelalkirin r’aber kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî anegorî navnîşa Yektîya Avropayêye bêqezîyabûna hewê, 96 hevaltîyên avîyasîyon, yên ji 16 welata ji mafê fir’îna berbi Yektîya Avropayê miqûf mane. Ji wan 96 hevaltîyên avîyasîyon t’enê yeke, ya ku fir’îna berbi Yektîya Avropayê mîyaser dike. Wê hevaltîyê t’enê berbi bajar’ê Lîonê fir’în mîyaser dikirin.Hevaltîyên mayîn dîsa ji Yêrêvanê û Gyûmrîyê fir’înên berbi bajar’ên Avropayê mîyaser dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button