12-ê tîrmehê, wextê opêrasîyona ç’areserkirina bêqezîyabûnê, nêzîkî Bexdayê, pênc ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatine kuştinê.Wezîreta Îraqêye k’arên hundur’ r’agîhandîye,wekî opêrasyîon li gundê Mamra Al Zeydanê hatîye derbazkirinê, li k’îderê k’oma ç’ekdarên DAÎŞ-ê hatîye dorp’êç’kirinê û t’unekirinê.Wextê gulebarandinê, du qulixçîyên Îraqêye sîlih’kirî hatine kuştinê.Opêrasyîon bi piştgiîya dronên koalîsîyona navnet’ewî hatîye derbazkirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close