Sereke

Dozgerê Tirkîyayê qirar pêşda kişandîye ku HDP bê girtinê

Dozgerê Tirkîyayêyî sereke li mehkema konstîtûsîyon îş vekirîye û dew kirîye ku partîya kurdaye Dêmokratîk, ya Gela /HDP/, bê girtinê. Bekir Sahîn daye dîyarkirinê, wekî HDP, ya ku partîya sêeme mezine li parlamêntê, giva cêribandîye bi kirinên xwe û elametîyên endamên xweva “yektîya dewleta tirka û milet bide teribandinê”. Nava du salên dawîda Enqerê here kêm 5O-53 serokbajarên ji HDP-ê ji qulixê derxistine, lê ji hevt hezara zêdetir endamên partîyayê jî hatine girtinê, ew nava têrorîzmêda gunehkar kirine. Hindava 55 parlamêntvana jî gunehkarkirin hene. Ev yek piştî wî çaxî qewimî, wextê ku lîdêrê partîya nasîstîyê Dewlet Baxçêlî HDP nava pêwandîyên tevî PKK-ê gunehkar kir û bang kir ku wê partîyayê bidine girtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button