Bêyî dewletbûna Arsaxê gêopolîtîka wê seqet bimîne:wezîrê Arsaxêyî karên der
Bêyî dewletbûna Arsaxê gêopolîtîka wê seqet bimîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan gotîye wextê ku ewî derheqa piştî pênc sala derxistin, yan jî dernexistina aşîtîparêzada xeberdaye.
“Heger aşîtîparêzên rûs ji Qerebagê derkevin, wî çaxî pêşeroja Qerebagê wê tunebe.Nava teşkîla Adirbêcanêda jî pêşeroj nikare hebe. Piştî dûrketina aşîtîparêza, Adirbêcanê bicêribîne pirsê bi rîya xebitandina qewatê helke. Hazirîya aşîtîparêzên rûs gerekê awqas wext hebe, hetanî ku dew-doz neyê helkirinê, lê em jî ji helkirina pirsgirêkê dûrin. Pirsa aşîtîparêza heyîn û tunebûna Arsaxêye. Roja îroyîn ew yek girînge, ku sûbyêktîvîya Qerebagê bê xweykirinê, çimkî nava wî halîda Qerebag cêrge pirsên gêopolîtîkîye global hel dike. Bona dewleta ermenî gelekî girînge ku piştgirîyê bidine sûbyêktîvya Qerebagê û bêyî Arsaxê dewleta ermeî wê werguhêzî gêopolîtîka seqet bibe, lê paşê ewê bi temamî ne tenê sûbyêktîvîya xwe undake, lê diqewime nava wededa heyîna xwe jî unda bike”,- Davît Babayan gotîye.